Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, 8 kes bo tedawiyê birin Romanyayê
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhonam Ghebreyesus ragihand ku li Xezzeyê 7 jê zarok 8 nexweş ji bo dermankirinê birine Romanyayê.
Serokê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), Tedros Adhonam Ghebreyesus, duh di daxuyaniyekê de got: “8 nexweşên ku 7 ji wan zarok in, ji bo lênihêrîna pisporî ya bijîşkî li Romanyayê ji Xezzeyê hatin derxistin. Nexweş bi tîmekê hat hinartin ku ji 24 kesan pêk tê. Nîvê nexweşan bi pençeşêrê, 2 ji wan bi nexweşiya xwînê, yek ji wan neqla gurçikê jê re divê û yek jî birîndarekî giran e. Em spasiya Romanyayê dikin ji ber hevkariya wê, da ku ev nexweş karibin lênihêrîna tenduristiyê ya wergirin ku ji bo wan hewce ye. Em careke din bang dikin ku bila korîdorên valakirinê werin ava kirin û ji bo derbasbûna bi ewle û hemû nexweşên ku hewceyê lênihêrîna taybet in demeke zû hemî riyan bi kar bînin.” Her weha got, “Ya herî girîng, hemî nexweş hewceyê aştiyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin