Rêxistina Tenduristiya Cîhanê amarên serê li Lîbyayê eskere kir

19 April 2019 14:16 0 dîtin
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê amarên serê li Lîbyayê eskere kir

PeyamaKurd  - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku di şer û pevçûnên li herêma Trablusa Lîbyayê de 205 kes hatine kuştin ku 18 ji wan sivîl in.

Li Trablusê, şer û pevçûn di navbera General Hafter û hêzên hikûmetê de du heftey berê dest pê kiribûn. Di şer û pevçûnan da 205 kes hatine kuştin ku 18 ji wan welatiyên sivîl in. WHOyê eşkere kir ku 561 kes jî di wan şer û pevçûnan de birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber pevçûnan bi qasî 25 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirine.

Ji alîyê din ve hat diyar kirin ku li Sabh ya li başûrê welêt, li nêzî Bingeha Leşkerî ya Tamanhint pevçûn gur bûne.

Hêjayî gotinê ye ku yekîneyên girêdayî General Hafter didin zanîn ku kontrola bingehê di destê wan de ye.