Amarên mirin û pêketinên koronayê yên dawî li seranserê cîhanê
PeyamaKurd – Vîrusa koronayê Covid-19 ku li seranserê cîhanê ev zêdetirî saleke belav bûye, heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 2 milyon û 202 hezar kesan.
Li gorî amarên dawî yên ji welatên cîhanê hatine tomarkirin, hejmara pêketiyan gihîştiye 102 milyon û 104 hezar û 319 kesan.
Herwiha hejmara mirinan jî gihîştiye 2 milyon û 202 hezar û 627 kesan û heta niha yên baş bûne jî 73 milyon û 957 hezar û 536 kes in.
Tevî pêşxistina derziyên koronayê û lêdana wan jî li welatan hejmara pêketinan kêm nebûye ku yek ji sedema wê jî mutasyon ango derketina cureyên nû yên vîrusê ye û zûtir belav dibe.
Welatê ku herî zêde pêketiyên koronayê lê hatine tomarkirin bi 26 milyon û 338 hezar û 607 pêketiyan Amerîka ye ku 443 hezar û 769 kesan jî heta ev nûçe dihat amadekirin can dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin