CÎHAN | Di rojekê de mirin û pêketinên herî zêde yên koronayê hatin tomarkirin...
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina Ajansa Bloomberg a Amerîkî doh 27ê Kanûna 2021ê, li cîhanê pêketin û mirinên bi vîrusa Koronayê (Covid-19) derketin asta herî bilind.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, di vê dema ku cûreya guhertî ya koronayê Omicron li cîhanê bi awayekî bilez belav dib de, 27ê Kanûnê asta pêketina bi vîrusa Koronayê li seranserê cîhanê milyonek kesan derbas kiriye.
Herwiha rêjeya mirina bi bandorên Koronayê jî li ser asta cîhanê, 7 hezar kesan derbas kiriye ku ji destpêka pandemiya koronayê ve hejmara herî zêde ya rojekê ye.
Li gorî lêkolînên hatine kirin, belavbûna Omicronê 70 qat bilind bûye, lê belê bandorên wê weke Koronayê ne giran in û tê diyarkirin ku pêwîste kesên du doz derzî li xwe dane ji bo bergiriya Omicronê jî doza sêyem li xwe bidin.
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji dema derketina koronayê (Covid-19) heta niha li cîhanê 5 milyon û 425 hezar û 781 kes ji ber vîrusê can dane û 282 milyon û 29 hezar û 107 kes jî bi pê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin