Li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya mirinên rojekê hat tomarkirin

30 August 2020 17:01 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya mirinên rojekê hat tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hejmara herî bilind a miriyên koronayê yên di rojekê de ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandin ku di 24 saetên borî de li seranserê Herêma Kurdistanê 17 kesan ji koronayê can daye û 540 kesên din jî pê ketine.

Hat diyarkirin ji 17 kesên can dane, 14 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Herwiha ji 540 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine jî 138 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 32 li Germiyanê û 241 kes li Duhokê ne.

Li gorî van amarên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina koronayê gihîşt 28161 kesan, hejmara mirinan bû Hezar û 49 kes û heta niha 17679 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.