Desteya Amaran: Hejmara xelkê Herêma Kurdistanê zêde bû
PeyamaKurd – Desteya Amarên Herêma Kurdistanê diyar kir ku îsal hejmara niştecihan li gorî par zêde bûye û hejmara niştecihan gihîştiye 6 milyon û 556 hezar û 752 kesan.
Berpirsê Amarên Nifûs û Hêza Kar a Desteya Amarên Herêma Kurdistanê Guhdar Muhammed îro di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê de behsa rêjeya salane ya nifûsê kir.
Muhammed da zanîn ku li gorî hevkêşî û pîvandinên îstatîstîkî yên li gorî rêjeya salane ya mezinbûn, zayînî û jiyanê, rêjeya nifûsa Herêma Kurdistanê di sala 2022an de ev e, li Hewlêrê 2 milyon û 346 hezar û 364, li Duhokê milyonek û 730 hezar û 88, li Silêmaniyê 2 milyon û 230 hezar û 169 û li Helebce jî 119 hezar û 615 kes hene.
Mihemed tekez kir ku di sala 2023an de ev rêje zêde bûye û got, "Hewlêr 2 milyon û 556 hezar û 752 kes bû, Duhok milyonek û 772 hezar û 367 kes, Silêmaniyê 2 milyon û 269 hezar û 439 kes bûn û Helebce jî 121 hezar û 721 kes bûn."
Muhammed diyar kir, rêjeya nifûsê par 6 milyon û 426 hezar û 236 bû û got, di sala 2023an da ev rêje ji 130 hezarî zêdetir bûye û derketiye 6 milyon û 556 hezar û 752an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin