Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê: %35ê nisteciyên Herêmê, temenên wan ji 15 salî kêmtir e

11 July 2022 14:02 0 dîtin
Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê: %35ê nisteciyên Herêmê, temenên wan ji 15 salî kêmtir e

PeyamaKurd – Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê diyar dike, %35ê nişteciyên Herêmê, temenên wan ji 15 salî kêmtir e, %28ê nişteciyan jî temenên wan di navbera 15 – 25 salî de ne, bi vê yekê jî piraniya nişteciyên Herêma Kurdistanê ciwan in.

Li gor zanyariyan, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 35 sal e serjimêriya seraserî nehatiye encamdan, li Iraqê jî nêzîkî 25 sal e. Sedemên wê jî ji ber kêşeyên siyasî û ew aloziyên ku welat tê re derbas dibe. Lê belê li gor rapora sala 2021ê ya Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Wezareta Plandanînê ve hat belavkirin, hejmara nişteciyên Herêma Kurdistanê di sala 2020an de nêzîkî 6 milyon û 200 hezar kes bû, ev rêje %15.3yê nişteciyên Iraqê pêk tîne ku hejmara nişteciyên Iraqê bi giştî 40 milyon û 200 hezar kes tê texmînkirin.

Datayên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê eşkere dikin, di sala 1965an de hejmara nişteciyên Herêma Kurdistanê 902 hezar kes bû, di heman demê de hejmara nişteciyên Iraqê 8 milyon kes bû, li gor vê yekê, rêjeya nişteciyên Herêma Kurdistanê di wê salê de %11.3yê nişteciyên Iraqê bû.

Herwiha di datayên Wezareta Plandanînê de, hejmara nişteciyên parêzgeha Silêmaniyê 2 milyon û 270 hezar kes, hejmara nişteciyên parêzgeha Hewlêrê 2 milyon û 250 hezar kes û parêzgeha Duhokê jî milyonek û 650 hezar kes e.

Di berdewamiyê de hatiye eşkerekirin ku nêzîkî %35ê hemû nişteciyên Herêma Kurdistanê, temenên wan di bin 15 salî de ne, %28 di navbera 15 – 29 salî de ne, ev jî nîşaneya pêkhateyeke ciwan e, herwiha ji aliyê temen ve, %20 di navbera 30 – 49 salî de ne, %10 di navbera 45 – 59 salî de ne, kesên ku temenên wan ji 65 salî zêdetir e, rêjeya wan %4.3 ye.