Bernameya NYê û Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê protokolek îmze kirin
PeyamaKurd – Bernameya Netewên Yekbûyî (NY) ya pêşxistin û Desteya Destpakiya Herêma Kurdistan-Iraqê, protokolek îmze kirin.
Li gor zanyariyan, her du aliyan ji bo lihevtêgihiştinê di bihêzkirina çarçoveya yasa û stratejiyên Herêma Kurdistan – Iraqê ya tekoşîna li dijî gendeliyê de û bilindkirina şiyana lêkolînên li gor bingeh û standartên navnetewî ew protokol îmza kirine.
Hat ragihandin ku ew protokol ji sê xalan pêk tê. Çarçoveya hevkariya di navbera her du hevbeşan di bin hejmarek waran de dabîn dike. Ji wan jî destnîşankirina valatiyên yasayî yên tekoşîna hember gendeliyê û pişt re jî pêşxistina yasadanînê li gor rêkeftinameya NYê ya dijî gendeliyê û bilindkirina çarçoveya stratejiya dijî gendelî û bihêzkirina rola beşa lêkolînên Desteya Destpakiya Herêma Kurdistan – Iraqê.
Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer da zanîn: “Em wek Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê, di çalakiyên xwe yên rojane de gelek astengiyên me hene. Ji vê derê hebûna beşdarbûn û alîgirên berçav, ku amade ne hevkariya me bikin, ev nirxeke rasteqîn e. Berdewambûna li ser hevkarî li gel hevbeşiya demdirêj a bernameya NYê ji bo pêşxistinê, pêk tê ji bihêzkirina çarçoveya yasayî û stratejîk ên dijî gendeliyê, li Desteya Destpakiya Herêma Kurdistan – Iraqê û baştirkirina şiyanê li gor rêbazên cîhanî ye.”
Seroka beşa hevkariyê ya şandeya Yekitiya Ewropayê (YE) li Iraqê Barbara Egger destnîşan kir: “Protokola lihevtêgeheştinê hat nûkirin. Nîşaneya pêbendiya berdewam a Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê ye ji bo bicîhanîna pêbendiya navçeyî û navetewî. Ez pêşwaziyê li vê pêngavê dikim û li benda hevbeşiya berdewam dikim, di bin vê projeyê de ku YE alîkariya darayî ji bo wê dabîn kiriye. Wê di berjewendiya Iraq û gelê wê de be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin