Desteya Destpakiya Kurdistanê li ser 197 dosyeyên gendeliyê lêkolînê dike

09 August 2021 20:42 0 dîtin
Desteya Destpakiya Kurdistanê li ser 197 dosyeyên gendeliyê lêkolînê dike

PeyamaKurd - Serokê Desteya Destpakiyê li Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer ragihand ku îsal 197 dosyayên gendeliyê hatine tomarkirin û rêxistinên navdewletî jî alikarê wan in ji bo bikaribin pêdaçûnê di wan dosyeyan de bikin.

Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer, îro Duşemê di civîneke rojnemevaniyê de eşkere kir, di heyama 6 mehan de 197 dosyeyên gendeliyê li seranserî Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û derbarê 53 dosyeyan de lêkolînan dest pê kiriye û lêkolîna li ser 224 dosyeyan salên borî jî berdewam dike.

Dr. Ehmed Enwer diyar kir, derbarê 445 dosyeyan de daxwaza cezayê hatiye kirin û 158 dosya ji wan taybet in bi yên sala 2021ê û 287 û dosya jî yên salên berê ne. Herwiha îsal 67 dosye hatine daxistin.

Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê da zanîn, li gor yasaya destpakiyê divê rêveberên bankeyan û nehiyeyan û rêveberên deriyên sînorî, rêveberên wergirtina bacê, forrma eşkerekirina serweta xwe tijî bikin û radestî wan bikin û di nava 6 mehan de 696 formên eşkerekirina serwetê yên berpirsên Herêma Kurdistanê gihîştine Desteya destpakiya Herêma Kurdistanê.