Desteya belgekirina binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin

09 July 2023 15:04 0 dîtin
Desteya belgekirina binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin

PeyamaKurd – Di bin banê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de, ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmê çêdibin, Desteya Maf û Dadperweriyê hate damezrandin.

Ragihandina damezrandina Desteya Maf û Dadmendiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser ve hate eşkere kirin.

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew deste taybet ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezirandin.

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê gotiye, "Hevahengî wê ligel hemû rêxistinên mafnas hebe, ji bo belgekirina dosyeyên binpêkirinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike. Helbet, ji aliyê derekî ve. Li navxwe jî, çi binpêkirin li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, dê bê belgekirin û awayê çareserkirina wê jî, bê danîn."

Hate diyarkirin ku dê deste rewşa girtîgeh û navendên çaksaziyê jî bişopîne û erkê duyem ê Desteya Maf û Dadmendiyê şopandina karê nivîsgehên çaksaziyê û rewşa girtiyan li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

Herwiha li gorî hatiye ragihandin, dê deste li ser çareserkirina binpêkirinên navxweyî bixebite.