Tirkiyê nûkirina biryarnameya Amerîka ya ser binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê sermezar kir!

13 October 2022 18:32 0 dîtin
Tirkiyê nûkirina biryarnameya Amerîka ya ser binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê sermezar kir!

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê biryarnameya serokatiyê ya li ser binpêkirinên Tirkiyê yên dema êrîşa 2019an a ser Serê Kaniyê û Girê Spî di salvegera operasyona Tirkiyê de, nû kir.

Di biryarnameya Amerîka de, binpêkirinên artêşa Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Iraqê (Başûrê Kurdistanê) têne rêzkirin û tê gotin ku Tirkiye bi vî awayî têkoşîna dijî terora DAIŞê asteng dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser nûkirina wê biryarnameyê daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir û ragihand, “Rêveberiya Amerîkayê di 12ê Cotmeha 2022yan de, biryarnameya serokatiyê bê guhertinekê nû kiriye. Em vê biryarnameya ku welatê me bi îdiayên bêbingeh tohmetbar dike şermezar dikin.”

Herwiha tê diyarkirin ku Tirkiye li bendê ye Amerîka hevkariya ligel PKK/YPGê ya li Rojavayê Kurdistanê bidawî bîne û bendêndaxuyaniya hevbeş a 17ê Cotmeha 2019an bicih werîne.