Wezareta Derve ya Amerîka binpêkirinên Tirkiyê bi raporekê belge kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya salane ya derbarê mafên mirovan li Tirkiyê de belav kir.
Wezaretê di rapora xwe de dibêje; "Hêzên Cendirmeyan ên Tirkiyê" gule li penaberên ji Sûriyê û dewletên din ku hewl didin sînor derbas bikin, reşand û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Di rapora binpêkirinên Tirkiyê de, behsa fişara li ser opozisyonê û medyayê tê kirin û herwiha li ser êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî binpêkirin têne rêz kirin.
Li gorî raporên belgekirî, operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li derveyî sînorê wê bûne sedema kuştina sivîlan ku di 27ê Hezîranê de 4 sivîlên ji Iraqê di bombebarana hewayî ya Tirkiyê li ser bakurê Iraqê de hatibûn kuştin.
Di meha Cotmeha 2019an de jî hêzên artêşa Tirkiyê bi navê "Kaniya Aştiyê" dest bi operasyonekê kirine ku di encama wê de niştecihên bajar û gundewarên li ser sînorê Tirkiyê, koçber bûne.
Li gorî raporê; Komseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Human Rights Watch, çalakvanên herêmî, navdewletî û dezgehên medyayî diyar kirin ku êrîşên hêzên Tirkiyê û komên çekdar bûne sedema kuştina sivîlan û di nav de êrîş li ser binesaziya herêmên sivîlan pêk hatine. Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê gelek sivîl kuştin ku di nav de siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef jî hebû.
Li gorî raporê dîsa Tirkiyê tevgera penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin bi sînor kiriye û di 6 mehên destpêkê yên sala 2019an de, 144 penaber ji ber fetisandin û qezayên trafîkê, jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin