Wezareta karên derve ya Tirkiyê bangî konsolosê Amerîkayê kir

25 April 2021 01:58 0 dîtin
Wezareta karên derve ya Tirkiyê bangî konsolosê Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku wezaret bang li balyozê Amerîkayê yê Ankarayê David Satterfield kiriye da here wezaretê. Li gor ragihandina wezaretê weha hatiye gotin:

“Beyana ku Amerîkayê kiriye ji bingeh û hûqûqê bêpare û em vê beyanê qebûl nakin, me bi temamî red kiriye û em beyanê şermezar dikin.”

Li gor ragihandina weezaretê; ber destê êvarê bangî konsolosê Amerîkayê yê li Ankarayê David Satterfield kirine, Satterfield ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve Sedat Ünal de hatiye qebûl kirin û wezaret weha dibêje:

“Balyozê mezin Satterfield ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve de hatiye qebûlkirin û berteka me ya beyana Amerîkayê aresteyê wî hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de beyana ku ji binkeya dîrokê û hûqûqê bêpare, nayê qebûl kirin û em bi temamî red dikin û ev tev bo wî hatiye gotin. Beyan ji aliyê hûqûqa navdewletî de hukmê wê tineye, xelkê Tirk jê êşiyaye û di têkiliyên wan de birîneka ku bi zahmetî tê tamîrkirin vekiriye.”