Wezareta karên derve bangî serkonsulê Tirkiyê yê li Almanya kir
PeyamaKurd – Li ser mijara dayîna cezayê muebbed ku Tirkiye di doza “Geziyê” da Osman Kavala, wezareta karên derve ya Almanya bangî serkonsulê Tirkiyê yê Berlînê Ahmet Başar Şen kiribû. Li ser mijarê ji wezareta karên derve ya Tirkiyê, ji aliyê cîgirê wezîr û hem serokê beşa YA yê Faruk Kaymakçı de bangî serkonsulê Almanya yê Ankara Jurgen Schulz hat kirin.
Tirkiye di hevdîtinê de banga ji bo serkonsulê Tirkiyê ku ji bo doza Osman Kavala bang kiribûn wezareta karên derve ya Almanya û di siyasîzekirina bûyerê de, nerazîbûna xwe aşkera kir.
Ji serkonsulê Almanya re hatiye gotin ku li welatê Tirkiyê erka darazê serbixweye, kes nikare têkilê biryara dadgehê bibe, Tirkiye dewletekî hûqûqêye û berpirsiyariya xwe ya navdewletî dizane. Wezaret redda mudaxeleya erka darazê û siyaseta dewleta Tirkiyê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin