Amerîka: HSD xala sereke ya nakokiya me û Tirkiyê ye

17 December 2024 09:56 0 dîtin
Amerîka: HSD xala sereke ya nakokiya me û Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku mijara sereke ya nakokiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê HSD ye.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, yek ji mijarên herî mezin di danûstandinên ligel Tirkiyê de, mijara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyê bû, ku mijareke “gelekî dijwar û hestiyar” e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di bersiva pirsa ku piştgiriya Amerîkayê ji HSDê re yek ji xalên sereke yên nakokiyên her du welatan e û çawaniya pêşdeçûna proseya di vê mijarê de ye, amaje bi pêvajoya hestiyar a veguhêz li Sûriyê kir.

Derbarê HSDê de jî Berdevkê Amerîkayê got, "Ev mijar mijareke pir hesas û pir zehmet e ku em bi hevtayên xwe yên Tirk re li ser xebatên xwe didomînin. Ev mijar beşeke mezin a gotûbêjên Wezîrê Derve Antony Blinken û hempîşeyên wî yên Tirk bû."

'Di derbarê PKKê de piştgirî da Tirkiyeyê'

Miller li ser pirsa ku şerê Tirkiyê yê li dijî PKKê HSDya li Sûriyê jî dihewîne got, "Em mafê rewa yê Tirkiyê nas dikin ku li dijî rêxistina terorê ya ku Amerîka jî weke rêxistina terorê pênase dike, yanî PKK e." Lêbelê, wî li ser SDG bêtir şîrove nekir.

Miller diyar kir ku rewşa HSDê wê di vê pêvajoya hestiyar a li Sûriyeyê de çawa bi cih bibe û got, "Em bi hevalbendê xwe yê NATOyê re li ser vê mijarê nîqaşan dikin û hewl didin ku biryarê bidin ka wê rêya herî baş çi be."