Tirkiyê binpêkirinên di rapora Mafên Mirovan a Amerîkayê de red kirin

14 April 2022 20:30 0 dîtin
Tirkiyê binpêkirinên di rapora Mafên Mirovan a Amerîkayê de red kirin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê ji rapora Mafên Mirovan a 2021ê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê re bertek nîşan da ku tê de behsa binpêkirinên Tirkiyê hatibû kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin ku ew îdiayên di nav rapora Mafên Mirovan a 2021ê ku 12ê Nîsanê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye eşkere kirin, red dikin.

Di rapora Mafên Mirovan a Amerîkayê de, girtinên derveyî hiqûqî yên li Tirkiyê, fişarên li ser HDPê û opozîsyona Tirkiyê û gelek binpêkirinên li Tirkiyê hatine kirin, hatibûn rêzkirin.

Herwiha di raporê de wek binpêkirina mafên mirovan, behsa bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê girtîmayîna Selahattîn Demirtaş û Osman Kavala de jî hatibû kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê naveroka wê raporê ya derbarê Tirkiyê de red kir û herwiha da xuyakirin, di raporê de hatiye piştguhkirin ku PKK rêxistineke terorê ye  û Amerîka jî bûye alava propagandayên PKKê û FETOyê.