Rapora salane ya mafên mirovan li Herêma Kurdistanê hat wesandin
PeyamaKurd - Ofîsa Komîteya Nirxandina Raporên Rêkxistina Navdewletî ya Herêma Kurdistanê duyemîn raporta xwe ya salane derbarê cîbicîkirina Plana Niştimanî ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê di sala 2021-2025an de eşkere kir.
Di raporê de encamên lêkolînên li ser karên neqanûnî, tedbîrên li dijî îşkenceyê, şîdeta nav malê û têkoşîna li dijî cihêkariyê radixe ber çavan.
Li gor raporê 18 hezar û 620 gilî hatine kirin ku ji wan 1733 ji bo dadgeha ceza û 16 hezar û 887 jî li dadgeha lêpirsînê hatine kirin.
Di derbarê 10 hezar û 897 dozan de 1071 doz li dadgeha ceza û 9 hezar û 826 jî di dadgeha lêpirsînê de hatin girtin.
Li gorî qeydên navend û ofîsên pêşîlêgirtina şîdetê, bûyerên şîdetê li ser pênc pîvanan têne dabeş kirin:
Yekem: Ji aliyê rewşa zewacê ve 991 zewicî û 84 azib
Duyem: Li gor cureyên tundûtûjiyê: 319 haletên tundûtîjiya laşî, 423 haletên derûnî, 21 haletên tundûtîjiya cinsî û 307 haletên tundûtîjiya curbicur.
Sêyem: Li gor sedema tundûtûjiyê 40 halet bav, 21 bûyer dayîk, 50 bira, 759 hevjîn û 230 kes jî kesên nenas in.
Çarem: Li gor rewşa darayî 208 haletên tundûtûjiya nav malbatê di nav hejar û 368 haletên tundûtûjiya nav malbatê de jî di nav wan kesên ku rewşa wan ya darayî navîn heye hatine tomarkirin. Di nav kesên ku rewşa wan a aborî baş e 511 bûyerên şîdetê hebûn.
Pêncem: Li gora xwendin û nivîsandinê 161 halet di nav kesên nexwenda û 925 halet jî di nav xwendewanan de hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin