Tora Mafên Mirovan rapora 2021ê ya Sûriyê eskere kir: 1271 kes hatine kustin
PeyamaKurd - Tora Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku di sala 2021ê de, 1271 sivîl li Sûriyê hatine kuştin ku ji wan 104 kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin.
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan raporek derbarê binpêkirinên sala 2021ê li Sûriyê hatine kirin de belav kir û ragihand, 1271 sivîl li destê aliyên krîzê hatin kuştin, di nava wan de 134 jin û 200 zarok hene.
Li gor raportê, hêzên rêjîma Sûriyê 261 sivîl kuştine, di nava wan 68 zarok û 32 jin hene. Herwiha hêzên Rûsî 65 sivîl kuştine, di nava wan de 32 zarok û 7 jin hene.
Di raporê de hatiye gotin, DAIŞê 7 kes kuştine ku di nava wan de 2 zarok heye. 24 kes ji aliyê grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatine kuştin ku di nava wan de 3 zarok û 2 jin hene.
Herwiha hatiye diyarkirin, 2 sivîl ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine kuştin û 820 sivîl ku di nav de 178 zarok û 91 jin hene, bi destê aliyên din hatine kuştin.
Tora Sûrî ya Mafê Mirovan destnîşan kir, 75 kes bi destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine kuştin, di nava wan 11 zarok û 2 jin hene.
Di rapora Tora Sûrî ya Mafê Mirovan de hat diyarkirin, 104 kes ku di nav wan de 2 zarok û jinek hene di bin îşkenceya aliyan de hatine kuştin.
Dîsa hatiye eşkere kirin, li hemû navçeyên Sûriyê di encama êrîşên xwekujî û teqînan de, 111 kesên sivîl hatin kuştin, di nava wan de jî 51 zarok û 8 jin hebûn.
Di raporê de hatiye gotin, ji ber xirabûna rewşa kampên koçberan li herêmên curbicur û ji ber nebûna xwarin, derman û pêwîstiyên jiyanê, hejmarek ji sivîlan can dane.
Li navçeyên HSDê û bi taybet li kampa Holê 76 kes bi destê çekdarên nenas hatine kuştin di nava wan de 10 zarok û 23 jin hene.
Tora Sûrî ya Mafên Mirov di rapora xwe de diyar kir, “Kuştin bi şêweyekî berfireh û sîstematîk ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên li aliyê wê şer dikin ve pêk hatiye.”
Herwiha di raporê de berdewamiya kuştina sivîlan li Sûriyê di sala 11emîn de li ser hev nîşan dide ku Sûriye hîn jî yek ji metirsîdartirîn welatên cîhanê ye û ew ji bo vegera koçberan jî cihekî ne ewle ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin