Tora Mafên Mirovan: Çarenivîsa zêdetirî 112 hezar girtî û windayên Sûriyê nediyar e
PeyamaKurd - Tora Sûrî ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, piştî hilweşîna rejîma Beas û deshilata Beşar Esed li Sûriyê amarên girtî û windayên li Sûrî belav kir.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, wan navên 24 hezar û 200 kesî belge kirine, ku piştî hilweşînê ji zindanên li Heleb, Hema, Hûms û Şamê derketine.
Herwiha hatiye diyarkirin, hejmara giştî ya girtî û windabûyan li Sûriyê derdora 136 hezar kesî ye û hejmara kesên ku hîn çarenivîsa wan nediyar e jî 112 hezar û 414 e.
Rêveberê Tora Sûrî Fedil Ebdulxenî, texmîn kir ku piraniya kesên nehatine berdan, di zindanan de hatine kuştin û divê termên wan radestî kesûkarên wan bibin da ku bersivekê li ser çarenivîsa wan bidest bixin.
Ebdulxenî rexne li gotgotên derbarê hebûna zindanên nehînî kir û tekez kir ku ev gotgot êş û azarên malbatên girtî û windabûyan zêde dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin