Rêxistina Mafên Mirovan: Li Efrînê zêdetirî 300 zarok hatine kustin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di encama êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê de, li Efrînê zêdeyî 300 zarok hatine kuştin ku ev jî tawana şer e.
Rêxistinê bang li UNICEFê û rêxistinên hiqûqî yên navdewletî jî kir ku tenê di çarçoveya eşkerekirina rapor û şermezarkirinê de nemînin.
Artêşa Tirkiyê û komên cîhadî yên tundrew 18ê Adara 2018an Efrîn dagir kiribûn û ji wê demê ve li dijî sivîlan tawanên wekî; dizî, revandin, kuştin û kiryarên dermirovî pêk tînin.
Heta niha bi deh hezaran şêniyên Efrînê koçberî deverên din bûne û li şûna wan kesên ji derve anîne bicih kirine.
Herî dawî jî 2yê vê mehê li Til Rifetê di encama topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar de, 8 ji wan zarok 10 koçberên Efrînê hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê bang li civaka navdewletî û saziyên pêwendîdar dike ku lêpirsîn bo tawanên komên çekdar û Tirkiyê bidin destpêkirin û wekî tawanên şer pênase li wan kiryaran bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin