Rêxistina Mafên Mirova: Li 5 kampên koçberên Efrînê zêdetirî hezar kesî bi Kolêrayê ketine
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir, li 5 kampên koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji 20 meha borî ve û heta niha zêdetirî hezar kesî bi Kolêrayê ketine ku ji wan 443 zarok bûne.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, li 5 kampên koçberên Efrînê yên li Şehbayê nexweşiya kolera her ku diçe belav dibe û kêmasiya dermanan heye, lê rêxistinên mirovî tu alîkariyekê pêşkêşî wan koçberan nakin.
Hat ragihandin ku ji bilî Devera Şehba ya bakurê Helebê, ew nexweşî li rojhilatî Dêre Zor û Reqayê jî belav bûye, Rêveberiya Xweser jî dibêje, rewş di bin kontrolê de ye.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirova ya li Efrînê:
- 1009 kes li Şehbayê bi Kolêrayê ketine
- Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser jî dibêje, li Dêrazorê 50 kes bi wê nexweşiyê ketine, lê heta niha tu amareke nexweşên li Reqayê belav nekiriye.
- Heta niha li Dêrazorê û Reqayê 3 kes ji ber kolerayê mirine.
- Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî dibêje, li Helebê 15 kes bi Kolêrayê ketine û li jêr çavdêriyê de ne.
Herwiha hat destnîşankirin ku ji ber belavbûna Kolêrayê li Navçeya Kisre ya Dêrazorê, Şandeke Tendirustiya Rêveberiya Xweser seredana nexweşxaneya wî bajarokî kir, da ku ji nêzîk ve rewşa nexweşan bişopînin.
Hêjayî gotinê ye, pizîşkên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belavbûna nexweşiyê bi vexwarina ava pîs re girê didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin