Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê amarên dawî yên qurbaniyên protestoyan eskere kir
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên dawî yên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir.
Li gorî daxuyaniya HRANAyê di protestoyên berdewam ên dijî rejîma Îranê de ku ji 16ê meha borî ve piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewam dikin, 244 kes bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin.
Hat ragihandin ku ji kesên hatine kuştin 32 ji wan zarok in û bi tevahî 12 hezar û 516 xwepêşander jî hatine binçavkirin ku ji wan 206 kes xwendekar in.
Herwiha hatiye diyarkirin ku xwepêşandanên protestoyî li 114 bajaran û 81 zanîngehên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin