Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Di xwepêsandanan de bi dehan kes hatin kustin

27 September 2022 15:30 0 dîtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Di xwepêsandanan de bi dehan kes hatin kustin

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, li ser xwepêşandanên ku ji 10 rojan zêdetir in li Îranê dewam dikin, daxuyaniyek da û bi rêya vê daxuyaniyê ragihand ku di van xwepêşandanan de bi dehan kes hatine kuştin.

Li ser dengvedana bûyera keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi êşkenceyê hatibû kuştin, ji 16ê Îlonê ve li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandan tên lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve li ser encamên van xwepêşandanan hat belavkirin de hat gotin ku li bajarên cihê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, herî kêm 76 kes hatine kuştin.

Li gorî amarên ku di daxuyaniyê de hatin parvekirin, ji van kuştiyan 6 jê jin in û 4 jê jî zarok in.

Her wiha ji aliyê Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku ji xwepêşandanên ku ji hefteya borî ve li Îranê dewam dikin, herî kêm 20 rojnamevan hatine girtin.