Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: 32 ji wan zarok herî kêm 240 kes hatine kustin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amarên dawî yên xwepêşandanên dijî rejîma Îranê û kuştî xelkê sivîl bi destê hêzên rejîmê eşkere kirin.
HRANAyê ragihand ku ji 16ê Cotmehê ve, herî kêm 240 kes ku di nav wan de 32 zarok hene, di xwepêşandanên berdewam ên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de hatine kuştin.
Li gorî rapora HRANAyê ku îro Yekşemê 16ê Cotmehê belav kiriye, di xwepêşandanan û aloziyên rû dane de 26 endamên pasdarên Îranê jî hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan daye xuyakirin, heta niha nêzîkî 7800 xwepêşander hatine girtin û nasnameya 738 kesan ji wan hatine zanîn ku 175 ji wan girtiyan xwendekarên zanîngehê ne.
Hêjayî gotinê ye, li gorî çavkaniyên ji nav Îran û Rojhilatê Kurdistanê heta niha 453 xwepêşandan û grev li 111 bajar û 73 zanîngehan hatine kirin ku hîn jî protestoyên dijî rejîmê berfirehtir dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin