Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: 41 ji wan zarok, 304 kes hatine kustin
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya navenda wê li paytexta Norwêcê Oslo ye, amarên dawî yên xwepêşanderên ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin eşkere kir.
Li gorî amarên rêxistinê ku doh 5ê Mijdarê hatine eşkere kirin, hejmara kesên di xwepêşandanên du mehên borî de li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin gihîştiye 304 kesan û 41 kes ji wan jî zarok in.
Hatiye diyarkirin ku tenê li bajarê Xaş ê Sîstan û Belûçistanê roja înê herî kêm 16 kes hatine kuştin, neh ji 41 zarokên ku hatine kuştin keç in û sê jî welatiyên Afganî ne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê daye xuyakirin, tenê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 118 kes hatine kuştin, li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 26 kes li parêzgeha Sine û parêzgeha Urmiyê 21 kes, 13 kes li parêzgeha Kirmaşanê, 2 kes li Îlamê û 2 kes jî li parêzgeha Loristanê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin