Navenda Mafên Mirovan: Di mehekê de li 33 girtîgehên Îranê zêdetirî 100 girtî hatin bidarvekirin

25 December 2023 20:37 0 dîtin
Navenda Mafên Mirovan: Di mehekê de li 33 girtîgehên Îranê zêdetirî 100 girtî hatin bidarvekirin

PeyamaKurd – Navenda Mafê Mirovan a Îranê amarên îdamên ku di nav mehekê de bi biryara dadgehên Îranê hatine înfazkirin ragihand.

Li gorî rêxistinê rejîma Îranê di nave mehekê de, zêdetirî 100 kesên hatine binçavkirin û mehkûmkirin li girtîgehên cuda bidarve kirin.

Navenda Mafên Mirovan diyar kiriye ku di nav kesên hatine îdamkirin de 2 jin, 3 zarok û 6 kesên girtiyên siyasî jî hebûn.

Hate navê kesên bi tohmetên siyasî hatine îdamkirin; “Mîlad Zohrêwend, Kameran Rizayî, Elî Sabir, Hanî Şehbazî, Eyûb Kerîmî û Mîlad Bîdê” ne.

Li gorî rapora Navenda Mafên Mirovan, kesên hatine îdamkirin 21 kes Belûç û 16 kes Kurd bûne û li girtîgehên 33 bajarên Îranê, ew kes hatine îdamkirin.