Saziya Mafên Mirovan a Îranê amarên dawî yên kustîyên protestoyan eskere kir

12 October 2022 20:26 0 dîtin
Saziya Mafên Mirovan a Îranê amarên dawî yên kustîyên protestoyan eskere kir

PeyamaKurd – Xwepêşandanên protestokirina rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî, di roja xwe ya 25an de berdewam dikin û hêzên ewlehiyê jî bi guleyên rastîn êrîşan dibin ser xwepêşanderan.

Li gorî amar û zanyariyên Saziya Mafên Mirovan a Îranê, ji 16ê Îlona 2022yan ve, hejmara kesên ku di xwepêşandanên vê dawiyê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin herî kêm 201 kes in.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 23 kesên ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin kuştin jî temenê wan li bin 18 saliyê ye.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê daye zanîn, ku ev amar ya 18 parêzgehên cuda yên Îranê ye û hejmara herî zêde ya kuştiyan li parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Sine, Gîlan û Urmiyê hatine tomarkirin.

Li gorî zanyariyan hejmara birîndaran û kesên hatine binçavkirin jî gihîştiye hezaran.