Komeleya Mafên Mirovan a Îranê: Ji 27ê Çileyê ve 55 kes hatine îdamkirin
PeyamaKurd – Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand, ji 27ê Çileyê ve 55 kes hatine îdamkirin û di xwepêşandanên dawî de jî herî kêm 488 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.
Jina Emînî ya 22 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) piştî ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Tehranê ve bi îdiaya “li gor rêziknameyê nelirêtiye” di komayê de jiyana xwe ji dest da.
Piştî vê bûyerê li seranserê welêt xwepêşandan destpê kirin. Xwepêşandan berdewam dikin.
Komeleya Mafên Mirovan daneyên der barê çalakiyan de parve kir. Li gorî vê, di xwepêşandanan de 64 zarok û 39 jin herî kêm 488 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin. Herî kêm 107 xwepêşander jî metirsiya mirinê an zindanê heye.
Komeleyê diyar kir, di 26 rojên destpêkê yên sala 2023an de herî kêm 55 kes hatine înfazkirin. Ji van 37 kes ji ber sûcên tiryakê hatin îdamkirin. Ew jî mîna xwepêşanderan bêyî pêvajoya dadmendî û mafên dadwerî yên adil hatin îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin