Guterres bal kisand ser “xerabtirbûna rewsa mafên mirovan li Îranê”
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Rêkxistina Neteweyên Hevgirtî António Guterres di rapora xwe ya herî dawî de qala “xerabtirbûna rewşa mafên mirovan li Komara Îslamî ya Îranê” piştî xwenîşandanên sala borî yên wî welatî kir.
Li gor António Guterres di raporta xwe de bi dilgiranî behsa zêdebûna hejmara sêdaredanê, girtina welatiyên nerazî, givaştina li ser xwendekar û mamosteyan û tepeserkirina jinan dike û daxwazê ji Komara Îslamî ya Îranê dike ku “dawiyê li vê rewşê bîne û girtiyan berde.”
Herwiha li gor vê raportê, di heft mehên yekê yên sala 2023yan de, 419 welatiyên Îranî hatine sêdaredan. Ev rêje li beranberî heman dema sala borî 30% zêde kiriye.
Di raportê de hatiye eşkerekirin ku di şeş mehên yekê yên sala borî de û piştî nerazîbûnên xelkê Îranê li beranberî kuştina “Jîna Emînî”, zêdetirî bîst hezar kes li wî welatî hatine girtin ku herî zêde 15 salî bûne. Zêdetirî du hezar kesan ji wan girtiyan Kurd bûn û hatiye eşkerekirin jî ku ev girtî rûbirûyî azar û eşkenceyan bûne.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Hevgirtî destnîşan kiriye, “heft kes ji girtiyên sala borî di demekê de hatine sêdaredan ku ji dadgeheke dadperwerane li gor qanûna navdewletî û bidestxistina parêzeran bêbar bûn û li jêr eşkenceyan hatine neçarkirin ku itîrafê bikin”.
Di berdewamiyê de got, metirsiya sêdaredanê li ser e heft kesên din jî ji girtiyên xwenîşandanên sala borî heye ji ber ku ew bi dijîtîkirina Xwedê hatine tometbarkirin.
Di raportê de amaje bi sinordarkirina înternetê û torên civakî û girtina 17 rojnamevanan jî hatiye dan. Herwiha tepeserkirina sîstematîk û pilankirî ya wan jinên ko nakevin bin barê hîcaba bizorî û bêbarkirina wan jinan ji mafên civakî wekî mafên xwendinê û karî û herwiha xizmetkariyên giştî wekî bankan û mîtroyan û pasan û qedexekirina çalakiyan li înternetê û torên civakî hatiye amajekirin.
Li gor raporta Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Hevgirtî, bicîanîna qanûna hîcabê ku ji aliyê parlemana Îranê ve hatiye pejirandin “rewşa jinên wî welatî dijwartir dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin