PDK-Sê rapora xwe ya siyasî belav kir û tê de bal kisand ser rewsa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî

09 December 2021 16:35 0 dîtin
PDK-Sê rapora xwe ya siyasî belav kir û tê de bal kisand ser rewsa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî

PeyamaKurd – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) rapora xwe ya siyasî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de belav kir.

PDK-Sê ragihand, pêwîstiya rewşa bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirinên komên çekdaran li wan herêman, bi çareseriyên bilez heye.

Polîtburoya PDK-Sê di rapora xwe ya siyasî de derbarê pirsa diyaloga di navbera rêjîma Sûriyê û PYDê de ragihand, “Tiştê ku derbarê diyalog û danûstandina di navbera PYD û rejîmê de tê behskirin, ji bilî proseya “hesapgirtinê” ne tiştekî din e. Herwiha ew ji mijarên mafan û çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û nakeve çarçoveya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê û li gorî biryarên navdewletî jî dûr e.”

Li ser mana hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, Polîtburoya PDK-Sê destnîşan kir, “Amerîka rijd e ku hêzên xwe herî kêm du salan li deverên rojhilatê Firatê bihêle - li gorî jêderên wê- û ew bawer dike ku hîn erkên wê bidawî nebûne, bi taybet di mijara terora DAIŞê de û çavdêrîkirina berjewendiyên xwe yên çavkaniyên aborî yên wekî neft, gaz û hwd.”

Li ser diyaloga Kurdî di rapora PDK-Sê de hat gotin: “Hîn jî niyaza Amerîka ya berdewamkirina hewlên ji bo lihevhatina Kurdî hene, bi riya jinûve destpêkirina danûstandinên rawestayî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de.”

Herwiha PDK-Sê got: “Diyaloga Kurdî zêdetirî salekê ye hatiye rawestandin, ew jî bi sedema kiryarên çekdarên PYDê yên berdewam û binpêkirina wan ji “rêkeftina perensîpan” a di navbera fermandariya HSD û aliyê Amerîkî de hatiye îmzekirin.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê diyar kir: “Hîn jî xelk rastî zehmetî û qeyranan zêdetir dibe, çi ji ber zêdebûna berdewam a nirxê kelûpelan û debara jiyanê û çi ji ber çewsandina ku ji aliyê komên çekdar ên bi ser PYDê ve li dijî xelkê, partiyan û ENKSê tê kirin, wek leşkerkirina kesên temen biçûk, şewitandina ofîsan û gefxwarina li malbatên Pêşmergeyên Roj ku ev kiryar bi ti awayî nakevin berjewendiyên gel û li dijî pîvan û yasayên navdewletî ne.”

Polîtburoya PDKê li ser rewşa Efrîn û Serokê Kaniyê tekez kir: “Êş û azarên gelê me yên li Efrîn, Serêkaniyê û Gerê Spî hîn jî berdewam in, hem ji ber sedemên jiyanê û hem jî ji ber binpêkirinên komên çekdar ên ser bi dewleta Tirkiyê ve ku pêwîstiya wan herêman bi çareseriyên bilez hene.”

PDK-Sê diyar kir: “Di civîna dawî de ligel aliyê Tirkiyê tekezî li ser çareserkirina van pirsgirêkan hat kirin, herwiha kar ji bo nehîştina astengiyên li pêşiya vegera koçberan ser mal û milkên xwe û çareserkirina zulm û zordariyên ku bi sedema binpêkirinan gihîştiye welatiyan, tê kirin.”