ENKSê rapora Destûrê belav kir: Divê zimanê Kurdî bibe fermî û navê dewletê biguhere
PeyamaKurd - Desteya Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) piştî lêkolîneke berfireh raporek li ser Ragihandina Destûra demkî ya Sûriyê belav kir.
Desteya Yasayî ya ENKSê tekezî li ser girîngiya dariştina belgeyeke destûrî kir, ku mafên tevaya pêkhateyên Sûrî bê cudahî misoger bike.
Derbarê pîşekiya Ragihandina Destûrî ya Sûriyê de, Desteya Yasayî ya ENKS ev pêşniyar kirin:
Dubarekirina dariştina pîşekiya Ragihandinê bi awayekî ku danpêdaneke zelal bi piralîbûna netewî û olî bike, û tekeziyê li ser gerentîkirina mafên tevaya pêkhateyan bike, di nav de miletê Kurd.
Divê di pîşekiyê de tekezî li ser rola Miletê Sûrî di çêkirin û nexişandina siyaseta dewletê de, were kirin Divê beşdariya civaka sivîl di çêkirina biryarê de were gerentîkirin.
Navê dewletê
Desteya Yasayî ya ENKS gotiye, di Ragihandina Destûrî de hatiye ku navê dewletê, Komara Erebî ya Sûrî be, û ev yek li dijî binemaya welatîbûna yeksan e û nasnameya dewletê bi pêkhateyeke tekane ve girê dide û ya guncaw Navê Komara Sûrî ye ku pirengiyê dide diyarkirin.
Zimanê Kurdî
Derbarê zimanên fermî, Desteya Yasayî ya ENKS diyar kiriye, Ragihandina Destûrî danpêdanê bi tu zimanên fermî li kêleka zimanê Erebî nake, tevî ku gelê Kurd duyemîn mezintirîn netew e li Sûriyê û ji ber vê yekê jî tê pêşniyarkirin ku zimanê Kurdî li gel Erebî bibe fermî, yan jî zimanên pêkhateyên din li deverên ku lê pir bin ,bibin fermî.
Hilbijartin û parlamento
Desteya Yasayî ya ENKS behsa hilbijartinên Perlemanê jî kiriye û tekez kiriye, ku ya rast ew e ku Komîta bilind a taybet bi hilbijartinên Perlemanê bi şêweyekî ku pirengiya netewî, olî û çandî li xwe bigire, were avakirin , her weha rêxistinên civaka sivîl beşdar bin, û hemû jî di bin serperişriya Netewên Yekbûyî de be, û mafên jinan parastî be.
Desteyê got, pêwîst e demeke destnîşankirî ji bo amadekirina destûra hetahetayî bihata diyarkirin, û endamtiya parlamentoyê bi 2 salan were destnîşankirin, bê ku were nûkirin.
Qonaxa veguhêz
Li ser mijara hilbijartina cîgirên serok, wezîr, serokên şandeyên deplomasî û tevya postên bilind, Desteya yasayî ya ENKS tekez kir, divê pirengiya netewî, olî û çandî li ber çav were girtin û li ser Qonaxa veguhêz got divê dema Qonaxa Veguhêz ne zêdeyî 4 salan be, ew jî li gor ezmûn û edetên navdewletî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin