Baroya Diyarbekirê rapora ‘Pirsa Kurd’ eskere kir: ‘Divê pênaseya Tirkbûnê ji destûrê derkeve’
PeyamaKurd – Baroya Diyarbekirê, îro 10ê Cotmehê rapora Pirsa Kurd a ji 60 rûpelan pêk tê eşkere kir.
Baroya Diyarbekirê, di rapora pirsga Kurd a bi navê “Li Tirkiyeyê di çarçoveya meseleya Kurd de ji bo aştiya civakî pêwîstiyên hiqûqî û pêşniyar” de, pêşniyarên hiqûqî yên ji bo çareserkirina pirgirêkên maf û azadiyê yên Kurdan bi raya giştî re parve kir.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ku li ser raporê axivî û got, di raporê de derbarê girtina partiyên siyasî, qeyûm, perwerdeya bi zimanê dayikê, Destûra Bingehîn, nasnameya pêkhateyan û gelek mijarên din pêşniyar hatine kirin.
Çareserî tenê bi destûreke nû pêkan e
Nahît Eren got: “Mafên herî bingehîn ên Kurdan hatine sînordarkirin. Çareserkirina pirsga Kurd dê bibe qonaxek ku ne tenê Kurdan, dê teşe bide tevahiya Tirkiyeyê. Ev çareserî tenê bi destûreke bingehîn a nû û guherînên berfireh pêkan e.
Di van demên dawî de ji ber govendên li ber stranên Kurdî tên gerandin, bi sûcdariyên bêbingeh gefên darazî tên xwarin, welatî tên girtin, ceza tên dayin
Her wiha polîtîkaya qeyûman, astengkirina hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî û hwd. nîşaneyên polîtîkaya înkar û redkirinê ya di pirsgirêka Kurd de ne.”
“Pirsa Kurd, pirsgirêka mafê mirovan e”
Eren diyar kir, “Ji bo mîsogerkirina van mafên sereke, naskirina nasnameya Kurd û jîndarkirina çanda Kurdî, hewce ye di çarçoveya belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de sererastkirinên destûrî û qanûnî bên kirin. Ji bo dabînkirina daxwazên wekî hemwelatiya destûrî, perwerdeya bi zimanê dayikê û xurtkirina rêveberiyên herêmî, divê standartên mafên mirovan ên navneteweyî bên pêkanîn û hemû mafên bingehîn ji hêla hiqûqî ve bên misogerkirin. Di vê çarçoveyê de divê pergaleke hiqûqê were avakirin.”
“Li şûna hemwelatîbûna Tirk, divê pênaseya ‘hemwelatîbûna Tirkiyeyê’ hebe”
Serokê Baroya Diyarbekirê bal kişand ser: “Ji bo çareseriya pirsa Kurd destûreke bingehîn a nû divê li ser bingeheke azadîxwaz û demokratîk ku hemû beşên civakê di nav xwe de bigire were çêkirin. Divê piretnîsîtetiya Tirkiyeyê nas bike û ji ber vê sedemê jî beşa destpêkê balê nekişîne ser ti etnîk, ol û mezheban.”
Nahît Eren destnîşan kir ku têgeha “Tirkbûnê” ya di xala ewil a Destûra Bingehîn de ne li dijî avadaniya piretnîsîtetî ye û wiha axivî:
“Divê zimanê dayikê di hemû qadên jiyanê de bên bikaranîn. Li şûna hemwelatiya Tirk, divê pênaseya ‘hemwelatiya Tirkiyeyê’ hebe. Daraza ku di dewletên hiqûqî yên demokratîk de ji bo bicihkirina edaletê peywirdar in, divê xweser, bêalî û xwedî pratîkeke li ser bingeha mafan be. Ev yek mecbûriyetek e. Divê astengiyên li pêşiya serbixwebûn û bêalîtiya dadger bên rakrin, li ldijî pêvajoyên keyfî yên darazê tedbîn bên girtin û di mijara bicihkirina biryarên Dadgeha Bilind û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tedvêr bên girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin