Li Diyarbekirê bi besdariya Davutoglu civîna ‘Pirsa Kurd’ tê lidarxistin

07 June 2022 19:37 0 dîtin
Li Diyarbekirê bi besdariya Davutoglu civîna ‘Pirsa Kurd’ tê lidarxistin

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji AKPê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, ji bo beşdarî komcivîna “Avakirina Pêşeroja Xwe ya Demokratîk: Pirsa Kurd” diçe bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê.

Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) ragihandiye ku Ahmet Davutoglu 11’ê Hezîranê li Diyarbekirê beşdarî komcivîna “Avakirina Pêşeroja Xwe ya Demokratîk: Pirsa Kurd” dibe.

Hatiye diyarkirin ku ew komcivîn, ji aliyê Serokatiya Lêkolîn Bipêşxistin û Înformatîk a Partiya Pêşerojê ve tê lidarxistin ku mijara wê demokrasî û di pêşerojê de û çareseriya pirsa Kurd e.