Ji Davutoglu daxuyaniya qeyûman: Helwesta me zelal e, li Stenbol û Diyarbekirê krîterên cuda nabin!

25 May 2023 17:24 0 dîtin
Ji Davutoglu daxuyaniya qeyûman: Helwesta me zelal e, li Stenbol û Diyarbekirê krîterên cuda nabin!

PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu, li ser mijara berdewama tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan ku di protokola navbera Serokê CHPê û namzedê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu û Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag de, hatiye îmzekirin axivî.

Davutoglu li Enqereyê di civîna ligel medyakaran de helwesta xwe ya dijî mijara qeyûman a di protokolê de cî girtiye nîşan da û wiha got:

“Helwesta me ya derbarê qeyûman de zelal e. Di serdema xwe de min qet destûra tayînkirina qeyûman nedaye. Ev nayê wateya cezakirina şaredaran tê wateya cezakirina gelê ku deng daye. Heger hûn li Stenbolê krîterekê û li Diyarbekir jî krîtereke din bisepînin, hûn rêzê îradeya li gelê Diyarbekirê nagirin. Ez vê qebûl nakim.”

Davutoglu da zanîn ku ew protokola tenê di navbera Ozdag û Kilicdaroglu de hatiye îmzekirin û li wir îmzeya wan nîne.

Li ser îdiayên soza wezaretan bo Partiya Zaferê jî diyar kir ku Kilicdaroglu nakeve bazareke wiha û di nav 6 partiyên Tifaqa Milet de jî bêyî muzakereyan bi hemû lîderan re nepêkan e.