Daxuyaniya zelal a NATOyê! Em amade ne!

28 June 2023 11:28 0 dîtin
Daxuyaniya zelal a NATOyê! Em amade ne!

PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re li Den Haagê bi beşdariya serokên Lîtvanya, Polonya û Romanya û serokwezîrên Albanya, Belçîka û Norwêcê şîveke xebatê li dar xist.

Stoltenberg got, hevpeymanî amade ye li hember her gefên Rûsya û Belarusê hevpeymanên xwe biparêze.

Stoltengerg di Civîna Bilind a NATOyê ya ku du hefte şûnde bê lidarxistin de ragihand ku hemû welatên endamên îtîfaqê bi taybetî yên li sînorên Belarûsê ne, ji bo zêdekirina kapasîteyên xwe yên parastinê dê tedbîran bigirin.

Stoltenberg piştî xwarinê ji rojnamevanan re got, "Hê zû ye ku meriv biryara dawî li ser encamên çûna rêberê Wagner Yevgeny Prigojin bo Belarusê bide û dibe ku hin leşkerên wî li wir bicih bibin."

Herwiha eşkere kir: "Tiştê ku bi tevahî eşkere ye ev e, me peyamek zelal ji Moskow û Mînskê re şandiye ku hevalbend amade ye her derê axa xwe biparêze."