Daxuyaniya Rojava ji Mûrat Karayilan: Em bi zelalî radigihînin...
PeyamaKurd – Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan têkildarî geşedanên li Sûriyeyê daxuyanî da û got: “Em bi zelalî radigihînin; Em weke PKKê ne li Rojava ne.”
Serokê Giştî yê PKKê Mûrat Karayilan têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, yekîtiya Kurdan û hevdîtinên Îmraliyê daxuyanî da çapemeniya rêxistinê.
“Hêzên derve erka vegerandina Sûriyê dane Colanî”
Murat Karayilan diyar kir ku rejîma Beas a Sûriyeyê di sala 2011an û şûn de gavên veguherîna demokratîk ên ku diviyabû biavêta neavêt û ji ber vê yekê rejîm ji ber hilweşîna xwe ya navxweyî hilweşiya. Karayilan diyar kir ku di dema ku ew dixwazin Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) ya ku Tirkiye piştgiriyê dide û hukûmeta muxalefeta Sûriyeyê ya li Enqereyê li Şamê rûnên, hêzên derva ev plan qebûl nekir û biryar da ku rê li ber lîderê HTŞê Muhammed Colanî vekin. Endamê PKKê Karayilan diyar kir ku Tirkiye neçar maye vê rewşê qebûl bike.
Karayilan destnîşan kir ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe hewl dide Sûriyeyê ji nû ve biguherîne û vê pêvajoyê weke "Şoreşa Sunî-Îslamî" dinirxîne û wî daxuyand ku Tirkiye dixwaze rê li ber bidestxistina statuya Kurdan li Rojava bigire.
“Pêwîst e di navbera Kurdan de yekîtiyeke xurt hebe”
Karayilan diyar kir ku ji bo nekevin valahiyê divê Kurd li Rojava di nava Kurdan de yekîtiyeke xurt pêk bînin. Karayilan bang li aktorên girîng ên siyaseta Kurda kir û got:
“Di vê qonaxa girîng de ez bang li hemû berpirsên siyaseta Kurdistanê, ango serok û hevserokên hemû partiyên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet PDK, YNK, PYD, rewşenbîr û hemû kesên ku xwe berpirsiyar dibîne dikim: Di vê dema dîrokî de divê her kes bi berpirsyarî nêz bibe. Divê ti kes di helwesta xwe ya niha de israr neke. Divê ti kes nehêle ku cudahiyên fikrî û îdeolojîk bibin asteng li pêşiya yekbûna yek platformê. Berjewendiyên netewî, ne berjewendiyên rêxistinî divê sereke bin.”
Karayilan anî ziman ku divê Kurdên li Rojava bi sûdwergirtina ji valahiyên li herêmê helwesteke xurt nîşan bidin û destnîşan kir ku Kurd li Rojava ne qels in, lê bi piştgiriya hemû parçeyan dikarin bi ser bikevin.
"Em eşkere dibêjin ku PKK ne li Rojava ye"
Murat Karayilan diyar kir ku ew weke PKKê li Rojava ne û geşedanên li vê herêmê rasterast bi PKKê ve ne girêdayî ne. Karayilan da zanîn ku PKK ji bo li dijî DAIŞê şer bike çûye Rojava, lê piştre vegeriyaye.
Karayilan derbarê mijarê de ev tişt gotin:
“Em bi zelalî radigihînin; Em wek PKK ne li Rojava ne. Têkiliya me ya organîk û rêxistinî bi tu rêxistinên Rojava re nîne. Her kes dizane em kengî diçin û kengê vedigerin. Dema DAIŞê êrîş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şengal û bêguman Kobanû û Rojava, lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê yekê dibêjin 'PKK heye'. Na, tiştekî wisa tune ye. "
Derbarê hevdîtinên Îmraliyê de
Derbarê hevdîtinên Îmraliyê de jî Mûrat Karayilan tekez kir ku tevî daxwaza Hevserokên Giştî yên DEMê yên ji bo biçin Îmraliyê jî dewletê ti gav neavêt. Karayilan diyar kir ku dewlet di warê çareseriyê de tu pêşketinek pêk neaniye.
“Ji ber vê jî atmosfereke wisa çêbûye ku eger şandek yan jî berpirsên Partiya DEMê biçin Giravê û hevdîtinê pêk bînin, ji nişka ve her tişt dikeve cihê xwe yan jî çareserî çêdibe! Ne rast e ku ramanek wiha çêbibe an jî ji xweber çêbibe. Bê şik xwestina çûna Îmraliyê ne xelet e, lê nêzîkatiya 'ger em biçin wê pirsgirêk çareser bibe' ne rast e. Ji ber vê yekê ji bilî xwestina çûna Îmraliyê, pêwîstî bi avêtina gavan jî heye.
Divê hemû komên alîgirê çareseriyê daxwaz ji dewletê bikin ku gavan bavêje. Nexwe dewlet hîn polîtîkayên xwe yên berê didomîne. Ne hewce ye ku meriv van sepanan yek bi yek bijmêre, jixwe têne zanîn. Êrîşên li dijî hêzên me dewam dikin, polîtîkaya emanetê didomin, êrîşên li dijî Rojava didomin. Bi kurtasî polîtîkaya dijminatiyê didome û di pratîkê de tu guhertin çênabe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin