Daxuyaniya Serokê Gistî yê CHPyê Ozel ya qeyûman: Çi pêwîst be dê bê kirin
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, der barê tayînkirina qeyûman ên bo şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xellfetiya navçeya Rihayê de got, “Ez we hişyar dikim, soz li ber qedandinê ye. Ji bo têkoşîna li dijî vê xerabiyê çi pêwîst be dê were kirin.”
Wezareta Karên Navxweyî li şûna Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Şaredara Batmanê Gulîstan Sonûk û Şaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan qeyûm tayîn kir.
Li şûna Ahmet Turk Qeymeqamê Mêrdînê Tuncay Akkoyun, Gulîstan Sonukê Waliyê Batmanê Ekrem Canalp û li şûna Mehmet Karayilan jî Qeymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglû hat wezîfedarkirin.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X bi gotinên tund hikûmet rexne kir.
Daxuyaniya Ozelê ku hişyarî da hikûmetê û got, “Gotin li ber dawîbûnê ye” wiha ye:
“Vê sibê dema ku li Tirkiyeyê behsa aştiyê tê kirin, yekem tişt tê bîra mirov Ahmet Turk ku yek ji girîngtirîn kesayetên diyalogê yên siyasetê ye, lê li şûna wî û du şaredarên din ên hilbijartî wek qeyûm hatin tayînkirin.
Bêyî ku tu dersê wergirin ji tiştên ku bi rojan qewimîn
Bêyî ku bala xwe bide tiştên ku têne gotin,
Dest danîn ser şaredariyên ku di hilbijartinan de nekarîn bi dest bixin.
Yên ku diwêrin bi darbeyê siyasetmedarên ku nekarîn islah bikin ji kar bi dûr bixin,
Em bi hişekî xirab, dilekî nerind, destine qirêj, û bêşermiyekê re rû bi rû ne,
Ez hişyariyê didim,
Gotin li ber bidawîbûnê ye.
Ji bo têkoşîna li dijî vê xerabiyê çi pêwîst be dê bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin