Bakirhan: Helwesta hikûmetê ya pêvajoyê ne zelal e

20 February 2025 17:08 0 dîtin
Bakirhan: Helwesta hikûmetê ya pêvajoyê ne zelal e

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser proseya Îmraliyê helwesta deshilata Tirkiyeyê rexne kir û got, ‘helwesta hikûmeta Tirkiyê derbarê pêvajoyê de ne zelal e û ne rastgo û cidî ye.’

Bakirhan herwiha diyar kir, “Li ti devera cîhanê desthilatdarî nikarin ji aliyekê ve danûstandinên aştiyê bikin û ji aliyê din ve qeyûman tayîn bikin û operasyonên mezin ên binçavkirin û girtinê pêk bînin.”

Hevserokê DEM Partiyê li ser serdana şanda DEM Partiyê ya Herêma Kurdistanê jî got: “Civîn û serdanên wan baş bûn û piştî gihandina pêşniyar û rexneyan wê Ocalan banga xwe bike.. Em nizanin kengê bang tê kirin. Ocalan piştî gihandina pêşniyar û rexneyan dê banga xwe amade bike û ragihîne.”