Ji Babacan û Davutoglu sîroveya Pûla Papa: Nayê qebûlkirin, diviyabû helwesta hikûmetê hisktir bûya

11 March 2021 20:04 0 dîtin
Ji Babacan û Davutoglu sîroveya Pûla Papa: Nayê qebûlkirin, diviyabû helwesta hikûmetê hisktir bûya

PeyamaKurd – Serokên herdu partiyên ji AKPê cuda bûne yên Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA Ahmet Davutoglu û Alî Babacan piştî hevdîtina li Enqerê daxuyanî dan. Babacan û Davutoglu li ser mijara Pûla bi nexşeya Kurdistana mezin a dema pêşwazîkirina Papa Francis ku Tirkiye û Îranê nerazîbûn nîşan dane jî bersiva pirsa rojnamevanan dan.

Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtina herdu serokan de, rojnamevanan şîroveya Ahmet Davutoglu û Alî Babacan a derbarê pûla nexşeya Kurdistana mezin li ser bû û dema pêşwazîya Papa Francis li Hewlêrê hatibû danîn pirs kirin.

Serokê Partiya Gelecekê (Pêşerojê) Ahmet Davutoglu li ser mijara Pûla Papa ku Tirkiyê bertek nîşanî Herêma Kurdistanê dabû got, "Nayê qebûlkirin. Ev mijareke ku bi tundî bersiva wê bê dayîn e. Divê her kes rêzê li sînorên dewleta Komara Tirkiyê bigire û vê rêzgirtina xwe jî bi hemû sembolan nîşan bide. Divê helwesteke zelal û teqezî bê nîşandan.”

Alî Babacan jî li ser pirsa Pûla Papa diyar kir, "Ev tiştên beyhûde ne. TC ti carî destûra van tiştan nade. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Lê belê pêwîst bû hikûmetê li hember van geşedanan helwesteke hişktir û zelaltir nîşan bida.”