Ji McGurk sîroveya serdana Papa: Hewlêr sembola hêviyê ye!..
PeyamaKurd – Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê yê Konseya Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Brett McGurk, li ser serdana Papa Francis bo Kurdistanê daxuyanî da.
McGurk li ser medya civakî bal kişand ser serdana Papa ya Hewlêr û Mûsilê û got: “Bi nêzîkbûna cejna Paskalya re, Hewlêr û Mûsil sembolên nûbûn û xebata bihêz a pêşerojê ne.”
McGurk gotiye, “Çûyîna Papa Franciscus bo Hewlêra ku di havîna 2014an de, ji hemû awareyên ji hemû pêkhate û olan re xwedîtî kiriye, bandor li ser min kir.”
Papa Vatîkanê di serdana xwe ya Kurdistanê ya 7ê Adarê de, ji aliyê gel û berpirsên Kurdistanê ve bi merasîm û pêşwaziyên mezin hatibû pêşwazîkirin û piştre jî Papa merasîmeke olî bi beşdariya deh hezar kesan li stadyuma Franso Herîrî birêve biribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin