Vatîkanê ragihand: Wê Papa Fransîs serdana Hewlêrê bike
PeyamaKurd – Vatîkanê ragihandiye ku wê rêberê olî yê katolîkên cîhanê Papayê Vatîkanê Fransîs meha Adara bê serdana Hewlêr, Bexda, Mûsilê û şûnwara Or li başûrê Iraqê bike.
Li gorî daxuyaniya Vatîkanê, wê Papa roja 5ê Adara 2021ê dest bi serdana xwe bike dike û heta roja 8ê Adarê dewam dike.
Hatina Papayê Vatîkanê bo Iraqê piştî wê yekê tê, di van salên dawî de hejmara xirîstiyanan li Iraqê kêm bûye û beşeke mezin ji wan ji navend û bakurê Bexdayê hatine li Herêma Kurdistanê koçber bûne.
Hêjayî gotinê ye 19 Sibata 2020an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Vatîkanê bi Papa Fransîs re civiyabû û Papa vexwendibû Herêma Kurdistanê.
Herwiha di wê hevdîtinê de behsa rewşa xirîstyanên Herêma Kurdistanê hatibû kirin ku cih û pêgeha wan di hemû waran de parastî ne.
Serokwezîr Barzanî gotibû, Herêma Kurdistanê ne tenê ji xirîstyanên Kurdistanê re, belkû ji hemû xirîstyanên seranserî Iraqê re bûye herêmeke aram û bi hev re bi xweşî dijîn û nimûneyeke ciwan a pêkvejiyanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin