Hunermenda Kurd a Rûsyayê serdana Papayê Vatîkanê kir
PeyamaKurd – Hunermenda Kurd a Rûsyayê Dame Svetlana Kasyan bi serdanekê, albûma xwe ya nû ya stranan pêşkêşî Papayê Vatîkanê kir.
Dame Svetlana Kasyan di derbarê naveroka hevdîtina xwe ya bi Papayê Vatîkanê re daye zanîn, wê albûma xwe ya nû diyarî Papa kiriye.
Kasyan diyar kiriye: “Papa qala serdana xwe ya Iraqê ji min re kir û got: “Ez dizanim li Iraq û Sûriyê çi diqewime”. Ew agahder e ku gelê me ji çiqas dijwarî û taliyê re derbas bûye û çiqas êş kişandiye, loma weke wî got; 'Divê em alîkarî û piştevaniya wan bikin û ji bo wan dua bikin.”
Hunermenda Kurd Dame Svetlana destnîşan kiriye: “Papa Fransîs berhema min a Kurdî guhdarî kir û gelek kêfxweş bû û got; 'Ez ji stranên wiha pir hez dikim'.”
Herwiha Dame Svetlana Kasyan eşkere kiriye: “Papayê Vatîkanê destxweşî li min kir ji ber belavkirina vê albûma navnetewî û got; 'Ez duaya xêrê ji bo gelê Kurd dikim'.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin