Pistî serdana Rûsyayê Tirkiye Jeffrey pêswazî dike: Mijar Kurd in...
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku îro 24ê Çile Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê James Jeffrey serdana Tirkiyê dike.
Doh 23yê Çile jî şanda Tirkiyê ya bi seroktiya Erdogan li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiyabû, lê li gor nirxandinên medyayî Tirkiye derbarê Sûriyê de destvala vegeriyabû ku niha dîsa berê xwe dide danûstandinên ligel Amerîkayê.
Çavuşoglu got, “Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Amerîkayê James Jeffrey îro tê Enqerê. Gelo dê çiqasî pêwendiyên xwe ji YPGê bibirin, em hevdîtinên li ser vê mijarê û mijarên din berdewam dikin.”
Doh Pûtîn di civîna rojnamevanî de, bal kişandibû ser danûstandinên bi Kurdan re ên rêveberiya Şamê û gotibû, ew piştgiriyê didin wan danûstandinan ku Tirkiye li dijî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin