Sandeke Tirkiye serdana Rûsyayê kir

24 December 2019 10:48 0 dîtin
Sandeke Tirkiye serdana Rûsyayê kir

PeyamaKurd - Piştî êrîşên esmanî yên hêzên Artêşa Sûrîye li ser îdlîbê zêde dibin, şandeke Tirkiye serdana Rûsyayê kir.

Şandeke Tirkiyê bi serokariya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiye Seddat Onal serdana Rûsyayê kir. Di rojeva heyeta Tirk de mijarên Sûrîye, êrîşên li ser îdlîbê û pêleke nû ya penaberan, herwiha mijara Lîbyayê hene.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan roja duşemê daxuyakirin 80 hezar kes ji îdlîbê ber bi sînorê Tirkiyê ve direvin û Tirkiye bi serêxwe nikare pêleke nû ya penaberan hilgire.

Li gorî Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî êrîşên bi ser îdlîbê, ji roja pênşemê vir ve 40 hezar kes malê xwe terikandine.

Tirkiye endameke NATOyê ye, lê ji ber ku ji Rûsya moşekên S400 kirîn Komîteya Peywendîyên Derve yên Civata Senatoran bernivîsa mueyîdeyan ya dijî Tirkîyê pejirandibû.