Sandeke leskerî ya Rûsyayê îro serdana Enqerê dike

10 March 2020 12:10 0 dîtin
Sandeke leskerî ya Rûsyayê îro serdana Enqerê dike

PeyamaKurd - Şandên leşkerî yên Tirkiye û Rûsyê dê îro li Enqerê rewşa Idlibê û herwiha rêkeftina Moskowayê gotûbêj bikin .

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand, di çarçoveya rêkeftina Moskowayê, civîna ligel şanda leşkerî ya rûsî dê îro 10ê Adarê li Enqerê birêve diçe .

Di civîna şandên leşkerî yên herdu aliyan de, cîbicîkirina rêkeftina Moskowê û dawîn pêşhat û rewşa li Idlibê dê bê gotûbêjkirin.

Roja 5ê vê mehê şandên Tirkiye û Rûsyayê bi serpereştiya serokên herdu welatan, derbarê rewşa Idlibê de li Moskowayê civiyabûn û agirbestek ragihandibûn.