Wezîrê Navxwe yê Iraqê tevî sandeke leskerî serdana Singalê kir

12 April 2021 16:00 0 dîtin
Wezîrê Navxwe yê Iraqê tevî sandeke leskerî serdana Singalê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî ligel şandeke leşkerî ya ji fermandarên payebilind ên artêşa Iraqê pêk tê, îro 12ê Nîsanê gihîşt Şingalê.

Nivîsgeha Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandiye ku wezîrê naxwe Osman Xanimî bi şandeke ji fermandarên artêşa Iraqê pêk te re serdana Şingalê kir. Tê çaverêkirin wezîrê iraqî li ser rewşa emnî ya Şingalê û astengiyên li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê civînan pêk bîne.

Li gorî zanyariyan Osman Xanimî bi fermandarên leşkerî yên Iraqê yên derdora Şengalê re li ser ewlehiya Şingalê civiyaye ku hê jî rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê bo asayîkirina rewşê nehatiye bicihanîn.

Tê zanîn ku hêzên bi ser PKKê ve li dijî rêkeftina Şingalê derdikevin û heta niha jî tevî ku çend caran artêşa Iraqê ji bo derketina wan hêzan mohlet jî dabû, ji Şingalê venekişiyane.