Wezîrê Navxwe yê Iraqê: Li Silêmaniyê rêgirtina li madeyên hisbir ne hêsan e
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemmerî ragihand, ji bo rêgirtina li bazirganiya madeyên hişbir gav hatine avêtin, lê heta niha li Silêmaniyê valahiya ewlehiyê heye.
Wezîr Şemerî di daxuyaniya xwe de got, “Me bi hemahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê re rêkeftineke ewlehiyê ligel Îranê îmze kir, lê hinek valahî û şikestinên ewlehiyê berdewam in. Bi taybetî li herêma yekem a parêzgeha Silêmaniyê.”
Wezîr Şemmerî diyar kir ku bi koordîneya Tirkiyeyê re komîteyek hat avakirin û ji bo avakirina dewriyeyên hevpar îmkan hatin terxankirin û destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li her cure derbasbûnê wê 30 xalên kontrolê ava bikin.
Lahur Şêx Cengî jî di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê de got, “Berpirsê herî payebilind ê YNKê bi alîkariya kesekî ji Bexdayê kesekî ji Sûriyê anîne û li Silêmaniyê kargeha dermanan ava kirine. Paşê wan kargeh firot pêşmergeyekî û ew nehiştin ku ew xwedîtiyê bikin.”
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: "Ji bo nehiştina madeyên hişbir û paqijkirina Kurdistanê divê kargehên berhemanîna wan madeyan bên hilweşandin."
Berpirsên hizbî li parêzgeha Silêmaniyê paşeroja bajêr dixin metirsiyê û di dîrokê de yekem car kargeheke madeyên hişbir li wî bajarî tevî kêmbûna ewlehiyê tê avakirin.
Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê herî zêde amarên desteserkirin û qedexekirina madeyên hişbir belav kiriye, lê berpirsên partiyan li Silêmaniyê karê hikûmetê û berpirsên îdarî yên bajêr asteng dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin