Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê serdana Silêmaniyê kir

14 August 2024 12:57 0 dîtin
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê serdana Silêmaniyê kir

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê Seîd Mecîd Mîr Ehmedî û Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser dabînkirina asankariyê bo serdanên Îranî yên ku ji deriyê sînorî yê Hacî Omeran derbasî Herêma Kurdistanê dibin û diçin bajarên Kerbela û Necefê yên Iraqê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariya Silêmaniyê, parêzgarê Silêmaniyê Ebûbekir pêşwaziya şanda li gel kir ku ji Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê Seyîd Mecîd Mîr Ehmedî û parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadeq Motemediyan, parêzgarê Kurdistanê Îsmaîl Zareyî Kûşa û Serdar Ebdulreza Mesgeriyan pêk dihat.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Komara Îslamî ya Îranê û Parêzgarê Silêmaniyê li ser dabînkirina asankariyê ji bo geştyarên Îranî yên ku ji deriyê sînorî yê Hacî Omeran derbasî Herêma Kurdistanê dibin û diçin bajarên Kerbela û Necefê yên Iraqê gotûbêj kirin.