Serokwezîrê Iraqê tevî sandeke bilind çû Tehranê

06 April 2019 10:49 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê tevî sandeke bilind çû Tehranê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Îranê ku tê çaverêkirin bi serokomarê Îranê Hesen  Rûhanî û çend berpirsên din yên wî Îranê re hevdîtinan bike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî tevî şandeke aborî, siyasî û serbazî gihîşt paytexta Îranê Tehranê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyan Ebdulmehdî dê bi serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hinek berpirsên din yên Îranê re hevdîtinan bike.

Wezîrê darayî, wezîrê derve, wezîrê bazirganî, wezîrê neftê, wezîrê elektirîkê û şêwirmendê encumena asayişa Iraqê, sererkanê artêşa Iraqê û hin berpirsên din yên hikûmeta Iraqê di vê serdanê de bi Adil Ebdulmehdî re ne.