Wezîrê Karên Derve yê Iraqê sandeke Iraqê disîne ser sînorê Belarûsê
PeyamaKurd – Li ser biryara Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, bi armanca vegerandina dilxwaz a koçberên Iraqê ji ser sînorê Belarûs û Lîtwanyayê, şandeke Iraqê dişîne ser sînorê her du welatan.
Berdevkê Wezareta Kaarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf eşkere kiriye, piştî wergirtina vê bangewaziyê, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê daxwaz ji Balyozxaneya Iraqê ya li Warşowê kiriye, ku şandekê bişîne ser sînorê navbera Lîtwanya û Belarûsê, da ku pasaportan ji wan kesan re derxe ewên ku dixwazin bi dilê xwe vegerin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê da xuyakirin, ku heta niha wan 18 pasport ji wan kesên Iraqî re derxistine û şanda Iraqî bi aliyê Lîtwanî re lihev kiriye bo bihêle ew koçber biçin welatê xwe, ta ku mijara vegera koçberên Iraqê were bidawîkirin.
Roja Sêşemê 7/12/2021'an karwaneke din a koçberan ji Belarûsê vegeriya û hejmara wan 417 kes bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin